PeyamaKurd – Li parêzgehên Erzerom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, barîna berfê dîsa destpê kir û ji ber barîna berdewamî li ser rêyên sereke çûn û hatin zehmet bûye.
Li gor zanyariyan, şeva borî li parêzgehên Erzerom û Erdexanê barîna berfê dîsa destpê kir û heta saetên sibeha 9ê Adara 2022ê berdewam e.
Herwiha ji ber berfê çûn û hatina li ser rêyên navbera parêzgehên Qers, Agirî, Erzîngan û Çewlîgê zehmet bûye û li çend cihan otomobîl di rê de mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin