Li Erzeromê du malbat li hev xistin û 5 kes birîndar bûn

Li Erzeromê du malbat li hev xistin û 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li navça Palandokenê di navbera du malbatan de şer derket. Şer bi dar û çekan çêbû û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Sedema pevçûnê nehat zanîn lê tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê rûdanê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyan. Cendirme li taxê tedbîrên ewlehiyê sitendin.

Navên birîndaran di çapemenyê de nehat ragihandin.