Li Germiyanê ISID ê bi hawanan êrîs kir: 2 sehîd

Li Germiyanê ISID ê bi hawanan êrîs kir: 2 sehîd

PeyamaKurd- Li gor ragihandina tora medyayî Rûdawê li Germiyanê li navçeya Kifriyê, li nahiya Kullecoyê, İŞİDê 3 guleyên hawanê avêt nahiyeyê. Di encamê de 2 wezîfedarên asayîşê şehîd ketin. Piştî bi hawanan êrîş pêk hat, hêzên asayîşê bersiva wan dan û di encama şer de rêvebirê asayîşa Kulleco Simko Elî birîndar bû.

Birîndar Simko Elî birin nexweşxaneya li Silêmaniyê lê hat gotin ku birîna wî xedar e. Rêvebirê Germiyanê yê îdarê Selahaddîn Muhammed bûyerê weha ragihandiye:

“Di êrîşa İŞİDê de Cûm’a Abid û Mehmûd Cûm’a her dû wezîfedarên asayîşê şehîd ketin. Asayîşa Germiyanê û hêzên pêşmerge dest bi operasyonên berfireh kiriye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin