PeyamaKurd – Li ser rêya navçeya Geverê ya bi ser Colemêrgê, mînîbusekî û TIR e kî lihev ketin û di encamê de 4 kes wefat kirin û 7 kes birîndar bûn. Li ser qezayê tîmên AFAD ê, îtfaiye, cendirme û tîmen tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneya dewletê ya Geverê û cenazeyan bo otopsiyê birin heman nexweşxanê.
Bi sedema mij hebû ajotvan zêde pêşiya xwe nedidîtin û li hin deveran dîtina çavan daketibû 15 metreyî.
Kesên di qezayê de mirine nasnameyên wan hatin ragihandin: Ahmet Yıldırım (28), Aziz Duman (51), Sezgin Erbaş (26) û Mediha Canan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin