Li Girê Spî di hefteyekê 6 caran xwepêsandan hatin kirin

Li Girê Spî di hefteyekê 6 caran xwepêsandan hatin kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav hefteyekê de, xelkê bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, 6 caran xwepêşandan li dar xist û li dijî kiryarên komên çekdar derketin.

Xelkê Girê Spî ev demek e ji ber xirabûna rewşa aborî, bihabûna nan û birina genim û cehê cotkaran bo Tirkiyê xwepêşandanan li dar dixe.

Hat zanîn ku di nav hefteyekê de 6 car in xelk derdikeve kolanan û kiryarên Tirkiyê û komên çekdar protesto dikin ku piraniya wan çalakiyan jî li navenda bajarê Girê Spî û bajarokên Heman Turkmen û Silukê pêk tên.

Li gorî zanyariyan xwepêşandan rastî destwerdanê tên û bi panzerên Tirkiyê pêşiya xwepêşanderan hatiye girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha Tirkiyê bi fermî 20 hezar ton genim û cehê cotkaran aniye bajarê Rihayê ku bi bihayekê kêm vediguhêze Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin