PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Adilcewazê li gundê Pêşnekomurê (Kömürlü) ajalekî biyanî dev bi kuçikekî kir û paşî di kûçikê de nexweşîna qûdûzê (harbûn) hat tesbîtkirin. Piştî tesbîtê temamê gund xistin karantînayê.
Gundê navborî ji navenda navçê 35 km dûre û çûn û hatina gund ya heywanan hat qedexekirin 6 gund û 2 taxên ku nêzî gundê navborîne, bo wan jî çûn û hatin heywanan hat qedexekirin.
Navên wan gundan ku nêzî Pêşnekomurêne yên bi navên Heybeli, Karaşeyh, Gümüşdöven, Akyazı, Örentaş, Mollafadıl, gundên bi navên Budaklı û Gültepe ku girêdayê bajarokê Aydınlarê ne, şandina û derxistinan heywanan ji wan gundan qedexeye.
Nexweşîna harbûnê ji heywanekî digihê heywanekî dinê û pê nexweş dikeve heya di nav temame ajalan de belav dibe.