Li Herêma Kurdistanê 7,5 milyon kes dijîn

Li Herêma Kurdistanê 7,5 milyon kes dijîn

PeyamaKurd – Serokê Rêxistina Rêjeyên Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemmed ragihand ku di Herêma Kurdistanê de niha 7 milyon û 426 kes dijîn. Di nava vê jimarê de penaber û koçber jî hene. Li gor texmînan; wê heya dawiya salê jimara kesên li Kurdistanê dijîn bigihê 6 milyon û 550 kesan. Heya niha jimara kesên ku li Herêma Kurdistanê dijîn; 660 hezarê wan penahinde, 266 hezarên wê multecîne ku jimara wan digihê 7 milyon û 426 hezarî.”

Demekî dirêje li Iraqê jimartina nûfûsê nehatiye kirin û li gor rêjeyên Worldmeterê ya navdewletî; Iraq bi nûfûsa  xwe di nav welatên dinyayê de, di rêza 36an de ye û di sala 2020an de nûfûsa Iraqê li dora 43 milyonî bûye. Li gor rêjeyên dawiyê; di nav 3 salan de nûfûsa Iraqê 3 mîlyon zêde bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin