PeyamaKurd – Li payîtexta Herêma Kurdistanê li bajare Hewlêrê di qezayê de 3 xort jiyana xwe ji dest dan. Qeza li ser rêya 120 metreyî çêbû û du otomobîl li hev ketin.
Qeza, bi sedema ajotina bilez ya erebê çêbû û 3 xortên ku di erebeyekî de bûn can dan.
Li gor rêjeyên rêvebiriya polîsê trafîkê ya Herêma Kurdistanê; di sala 2022an de 3 hezar û 706 qeza qewimîne û 445 kes jiyana xwe ji dest dane. Di heman salê de 7.250 kes birîndar bûne.
Rêjeyên sala 2023an heya niha nehatine parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin