PeyamaKurd - Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, 2 nexweşên din ên li Hewlêrê bi vîrusa korona ketine baş bûne.
Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, bi wan 2 kesan, hejmara kesên li Hewlêrê ji vîrusa korona baş bûne, gihîştiye 159 kesan.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 347 kes bi vîrusa korona ketine, ji wan 4 kesan can daye û 322 kes jî bi temamî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin