Li Hewlêrê ji 18 nexwesên mayî tenê rewsa yekî nebas e

Li Hewlêrê ji 18 nexwesên mayî tenê rewsa yekî nebas e

PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, li Hewlêrê rewşa tenduristiya piraniya tûşbûyên vîrusa korona baş e, lê tenê rewşa nexweşekî nebaş e.

Li gorî nûçeya K24ê Dr. Dilovan Mihemed ragihandiye: “Bi awayekî giştî berkeftiyên korona li Hewlêrê piraniya wan baş in û çareseriya tenduristiyê tê kirin û bijîşk ji nêzîk ve agahdarin.”

Mihemed got: “Li Hewlêrê tenê rewşa yek berkeftiyekî vîrusa korona baş nîne, ku du roj berî niha derketiye ku bi vîrusa korona ketiye. Niha bêhndan û standina wî û germbûna bedena wî xirabe û bijîşk ji nêzîk ve eleqederin û çareseriya pêwîst bo dikin.”

Dr. Dilovan Mihemed da zanîn, ew li Hewlêrê li gorî protokola Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê û Iraqê dermanê çareserkirina berketiyan didin û li seranserê Iraqê jî heman derman ji berkeftiyan re têne dayîn.

Li gorî amarên Dr. Dilovan Mihemed eşkere kirin, heta niha li Hewlêrê 177 kes bi vîrusa korona ketine û 159 kes baş bûne, tenê 18 kes li nexwaşxaneyê mane ku ew dikarin bibêjin heta astekê ew dermanên hatine bikaranîn serkeftî bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin