Li Hewlêrê ji 52 nexwesên korona rewsa 2 kesan giran e

Li Hewlêrê ji 52 nexwesên korona rewsa 2 kesan giran e

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Hewlêrê heta niha 281 nexweşên koronayê hatine destnîşankirin ku ji wan 52 kes hîn tedawî dibin û metirsiya jiyanê li ser 6 nexweşan heye.

Berdevkê Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê Dr. Bijar Mûsa ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku “Ji destpêka belavbûna koronayê ve û heta niha 281 pêketî li Hewlêrê hatine tomarkirin, bi kêfxweşî ve 228 kes ji wan baş bûne û tenê 52 tûşbû li nexweşxaneyan di jêr çavdêriya pizîşkî de mane.”

Bijar Mûsa bal kişandiye ser ku kesên niha bi nexweşiyê ketine, temenê wan di navbera 20 heta 40 saliyê de ne, lê di nava tûşbûyan de zarok û kal jî hene û li ser rewşan nexweşan gotiye: “Ji 52 tûşbûyên ku di jêr çavdêriya pizîşkî de ne, Tenduristiya du kesan ne baş e û di jêr çavdêriya hûr a pizîşkî de ne û yek ji wan pêwîstiya wî bi amûra ventilator heye.”

Bijar Mûsa da zanîn: “Çend cihek ji bo pişkinîna hemwelatiyan û gumanlêkiriyan hatine destnîşankirin, navenda koronayê bo destnîşankirina nexweşên koronayê bi awayê 24 demjimêran di xizmeta hemwelatiyan de ne, herwiha li bazgeh û deriyên sînorî jî tîmên pizîşkî hatine danîn ku 24 saetan di erk de dibin û rojane em 400 heta 500 nimûneyan werdigirin û bo pişkinînê dişînin.”

Rêverê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed jî got: “Li Hewlêrê du nexweşxaneyên taybet bi koronayê hene, yek ji wan taybet e bi destnîşankirina tûşbûyên koronayê ye û Nexweşxaneya Îmaratî jî taybet e bo çareserkirina wan, lê niha me di aliyê amûrên henasedanê û çavkaniyên mirovî de kêmasî hene.”

Hêjayî bibîrxistinê ye doh 31ê Gulanê hejmara herî zêde ya pêketiyên koronayê di rojekê de   hatibû tomarkirin ku 101 kes li Silêmaniyê bi vê nexweşiyê ketibûn.

Piştî zêdebûna belavbûna koronayê li Herêma Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê ji nû ve hat danîn û ji hemwelatiyan tê xwestin, ji bo rewş ji kontrolê dernekeve pabendî tedbîran bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin