Li Hewlêrê Pêsmergeyekî Zêrevanî birîndar bû

Li Hewlêrê Pêsmergeyekî Zêrevanî birîndar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber derketina aloziyekê li ber nexweşxaneyeke Hewlêrê, Pêşmergeyek birîndar bûye.

Polîsê Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, doh bi şev li gundê Gezne yê qezaya Behrike ya Hewlêrê, otomobîlekê li xortekî 18 salî yê bi navê Ebûbekir Şiwan Ezîz xistiye û ew xort giranî birîndar bûye.

Polîsê Hewlêr da xuyakirin, ew xort li nexweşxaneya Emergency ya Hewlêrê tevî midaxeleyên pizîşkî jî can daye.

Hat diyarkirin ku kesûkarên wî xortî xwestine bi girseyî derbasî nav nexweşxanê bibin lê ji aliyê Pêşmergeyên Zêrevanî yên nobedariya nexweşxanê dikirin, hatine astengkirin û alozî di navbera wan de derketiye.

Hat ragihandin ku dema wê aloziyê Pêşmergeyek birîndar bûye û ajokarê otomobîla ku li wî xortî dabû jî hatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin