PeyamaKurd – Piştî ku rejîma Sûriyê ragihand agirbesta Idlibê ya demkurt bidawî bûye ji ber binpêkirinên hêzên opozîsyonê, şerê hêzên rejîma Sûrî û komên çekdarên opozîsyonê dîsa gur bû ku tê diyarkirin, hêzên rejîmê li gundewarê Hemayê bi pêş ve diçin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku ji duh êvarî ve û heta danî vê sibehê şerê herdu aliyan ranewestiyaye ku heta niha 45 êrîşên asmanî bi ser başûrê gundewarên Idlibî de hatine avêtin.
Her wekî balafirên rejîmê 52 bermîlên teqîner bi ser başûrê Idlibê û Kefer Zîta li bakurê Hemayê de berdane.
Çavdêriyê teqez kir ku di encama bombebarankirina balafirên Rûsî de, li Xan Şêxûnê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û diyar kir, hêzên rejîmê, bêhtirî 360 êrîşên bejahî ku gundewarên başûr û başûr-rojavayê Hemayê û başûrê Idlibê kirine armanc, pêk anîne û di encamê de hêzên rejîmê karîbûn gundê Erbî’n ê stratejîk kontrol bikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku hêzên rejîmê, aniha ber bi bajarokê Kefer Zîta ve diçin.
Hat zanin ku duh jî şerekî dijwar li Sehl el- Xab di navbera wan de qewimîbû û di encamê de 6 çekdarên komên Tirkiye piştevaniya wan dike û 5 leşkerên rejîmê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin