Li Kercewsê qeza çêbû 2 kes birîndar bûn

Li Kercewsê qeza çêbû 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Kercewsê ya bi ser bajarê Batmanê li gundê Gokçepinarê du alavên bazirganî lihev ketin. Di qezayê de Hasret Aslan û Mehmet Azad Aslan birîndar bûn.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Kercewsê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe û ji aliyê mirinê de ti talûke tineye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin