Li Kirmasanê di 2 rojên dawî de 16 xwepêsander hatin kustin

Li Kirmasanê di 2 rojên dawî de 16 xwepêsander hatin kustin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di nava 2 rojên borî de cenazeyê16 kesan gihaye nexweşxaneya Îmam Reza ya bajarê Kirmaşanê ku di xwepêşandanên li dijî giranbûna bihayê benzînê û rewşa xirab a aborî de beşdar bûne. 

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi piştgirêdan bi zaniyariyên şahidekê ragihandiye, piranya wan kesan gulle bi serê wan ketine û hatine kuştin û nêzîkî 100 birîndaran jî birine nexweşxaneya Îmam Reza.

Dozgerê giştî yê Kirmaşanê di beyannameyekê de eşkere kir ku kesên ziyan gihandibin xelkê û kerta giştî dê bêne girtin û bi tohmeta “belavkirina gendeliyê li ser erdê”  dê bêne dadgehkirin ku cezaya wan kesan jî lidardan û zindana heta hetayê ye.

Hêzên Îranê li Merîwanê teqe li xwepêşanderan ki

Îşev cardin xwepêşandanê li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî giranbûna bihayê benzînê û rewşa xirab a aborî destpê kirin. Çavkaniyên xwecihî li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku xwepêşandanan li bajarên  Merîwan, Kirmaşan, Xoremawa û Bokanê destpê kirine, li Merîwanê teqe li xwepêşanderan hatiye kirin û çend kes birîndar bûne. 

Şeva borî li bajarên Bokan, Merîwan û Kirmaşan yê rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekariyê teqe li xwepêşanderan kirine , li bokanê 4 kes hatin kuştin ku yek keç û yek jî jin bû.  

Herweha li bajarên mezin yên Îranê weke Tehran, Isfehan,Şîraz, Ehwaz,Tewrêz , Bûşêhit û Meşhedê jî xwepêşandan berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin