PeyamaKurd – Hat ragihandin ku asayişa bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binçav kir.
Li gorî nûçeya K24ê ku bi zarê jêderekî dide, hêzeke Ewlekariya Hundirîn a Kobanê (Asayiş) endamê xwecihiya Kobanê yê ENKSê Îsmaîl Mistefa doh 7ê Kanûnê binçav kir û ti sedema jî ji bo binçavkirina wî nîşan neda.
Îsmaîl Mistefa ji gundê Şikeftê yê Kobanê ye û endamê Desteya Serkirdatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (PYDK) û endamê Xwecihiya Kobanê ya ENKSê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin