Li Kurdistanê ji ber koronayê çûnûhatin bi temamî tê qedexekirin

Li Kurdistanê ji ber koronayê çûnûhatin bi temamî tê qedexekirin

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, çûnûhatin wesayîtan û piyade bi temamî qedexe kir û her kesê ku binpê bike dê bê sizadan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, ew qedexeya ku dê demjimêr 12.00ê nîvroya roja Şemiyê, 04.04.2020, dest pê bike, dê 48 saetanberdewam bike.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, market, nanxane û cihên bo xizmetkirina hemwelatiyan ku rê pê hatibûn dayîn, dê bên girtin ji bilî dermanxaneyan bi dor.

Herwiha derbarê mûçeyan de jî, Wezareta Navxwe diyar kiriye, dabeşkirina mûçeyan dê berdewam bike bi mercê wezaret û fermangehên peywendîdar pêwîst e pêşwext hemhengiya temam li gel jûra operasyonan bikin û di dema wergirtina mûçe, durahiya di navebra 2 kesan ji du metreyan kêmtir nebe.

Wezareta Navxwe tekez dike, ev biryar ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê û her kesê binpê bike, dê bê desteserkirin û otomobîl dê dest bi ser de bên girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin