Li Makoyê birûskê 150 pez kuşt û hişyariya lehiyê hate dayîn

Li Makoyê birûskê 150 pez kuşt û hişyariya lehiyê hate dayîn

PeyamaKurd - Ji ber gijlok û birûskên bihêz ên li deverên Makoyê yên parêzgeha Urmiyê, 150 serên pez mirar bûn û bi bihayê pênc milyar tumanan zirar gihîşt xwediyên ajalan.

Qaymeqama Makoyê Şehla Tacfer ragihand ku bûyer li derdora gundên Melhem û Gulaliyê yên devera Bazerganê qewimiye, 30 serên pez jî birîndar bûne û zirar gihîştiye rêya sereke ya Bazergan-Boralanê.

Tacfer her wiha hişyarî da ku îhtimala baranên xurt û rabûna lehiyê di rojên pêş de heye û daxwaz ji welatiyan kir ku ewlehiyên xwe bigrin.