PeyamaKurd – Li herêma erdhejê ji ber barana zêde ya danê êvarê, konên AFADê di bin avê de man û kesên tê de şeva xwe li kolanan derbas kirin.
Li Mereşê piştî du erdhejên mezin gelek welatî malên xwe wenda kirin û li konan hatin bicihkirin. Kesên ku di konan de dijîn, dema baranê zêde di konên xwe de bûn yan jî xwarin dixwarin.
Welatiyên erdhejê ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê zehmetî kişandin, ji ber lehiya konên AFADê dîsa bi pirsgirêka starbûnê re rû bi rû man.
Li herêma ku Meteorolojiyê hişyarî da û wiha got: "Li hemberî neyîniyên ku ji ber ba û bahozê çêdibin bila eleqedar û welatî baldar bin."
Hin konên ku kesên di erdheja li Îskenderûnê de malên wan hilweşiyabûn û zerar dîtibûn, ji ber ba wêran bûn û eşyayên di konên wergeriyayî de jî li çep û rastê werdigeriya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin