Li Milazgirê servîsa mamostayan qulipî: 8 kes birîndar bûn

Li Milazgirê servîsa mamostayan qulipî: 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Milazgirê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê servîsa mamostayan ji ber qeşayê wergeriya, di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera Milazgir û gundê Şêboyê de li nêzîkê gundê Sardawidê, servîsa mamostayan ji ber ku rêyê qeşa giritbû qulipî.

Di qezaya trafîkê de şofêr û 7 mamosta birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Milazgir û Kopê.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin