PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê îro danê nîvro erdhejeke bi pileya 4,1 a rixterê rû da.
Saziya Rewşên Awarte û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand, erdhej li demjimêr 11:47an li navenda navçeya Korkut a Mûşê di kûrahiya 9,60 kîlometran de, rû daye û li bajarê Bedlîsê jî hest pê hatiye kirin.
Derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyarî nehatine.
Hêjayî gotinê ye, di nav hefteyekê de bu du car erdhej li heman deverê rû didin ku 4 roj berê jî erdhejeke bi pileya 3,8 çêbûbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin