PeyamaKurd – Li Batmanê li navça Bişêriyê du erebeyên bazirganî li hev ketin. Di encamê de 8 kesên ku birîndar bûn, bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.
Otomobîla ku M.Y. (28) dajot li dora gundê Hedhedkê (Doğankavak) bi ereba ajotvanê İ.T. (24) re li hev ket.
Li ser qezayê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê. Di qezayê de ajotvan jî di nav wan de Y.Y. (26), M.Y. (19), K.Y. (15), F.A. (28), M.B.(28) û G.T. (27) birîndar bûn.
Birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Batmanê.