Li navça Dêrika a Mêrdînê xortekî hat kustin

Li navça Dêrika a Mêrdînê xortekî hat kustin

PeyamaKurd – Li navça Dêrikê ya bi ser bajarê Mêrdînê di navbera du grûban de şer derket, di encamê de xortê bi bavên Mehmet Ali Çelik (17) mir û 2 kes birîndar bûn.

Di pevçûnê de kesên bi navên Mehmet Ali Çelik (17), F.Ç. (42) û S.Ç. (43) birîndar bûn. Li ser bûyerê tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Dêrikê lê Mehmet Ali Çelik li nexweşxanê can da. Cenaze ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê û dermankirina her 2 kesên din dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin