PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li navça Hemrînê ku di bin desthilata Bexdayê de ye, çekdarên IŞİD ê 3 şivanan revandin û birin ciyekî nayê zanîn. Berdevkê polîsê bajarê Diyala tûxgeneral Nihad Muhammed ji bo K24 ê ragihandiye ku li gundê Xatûniyê ya bi ser navça Hemrînê, di wexta nîvro de her 3 şivan hatine revandin.
Berdevk gotiye ku wan hemwelatiyan hişyar kiriye ku neçin deverên asayîşa wan tine ji ber talûka IŞİD ê li wan deveran heye. Çend care ku li gundê Xatûniyê bûyerên weha diqewimin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin