Li navçeya Rezan a ku HDP bi ser ketibû AKPyiyekî mazbata stend û bû saredar

Li navçeya Rezan a ku HDP bi ser ketibû AKPyiyekî mazbata stend û bû saredar

PeyamaKurd - Lijneya Bilnd a Hilbijartinan (YSK) ji ber ku namzedê HDPê Zeyyat Ceylan di dema rewşa awarte (OHAL) de bi Biryarnemaya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatiye îxrackirin, biryar dabû ku ew nikare bibe şaredar û ji dêvla wî mazbata da namzedê AKPê Huseyin Beyoglu ku di hilbijartinan de bûbû duyemîn.

Piştî biryara Bilnd a Hilbijartinan (YSK) li navçeya Rezan a Amedê ji dêvla namzedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan, namzedê PArtiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Huseyin Beyoglu, bi serokê şaxa Amedê ya AKPê Suleyman Serdar û seroka şaxa navçeya Rezan a Amedê Erkan Gezer ji Saziya Hilbijartinan a Navçeyê mazbatya xwe stend û dest bi kar kir.

Huseyin Beyoglu piştî mazbataya xwe stend, ev yek li ser hesabê xwe yê Twittterê parve kir û spasiya Amediyan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin