Li Arabanê çûna ser rezan dest pêkir

Li Arabanê çûna ser rezan dest pêkir

PeyamaKurd – Li navça Arabanê ya bi ser bajarê Dîlokê çûna ser rezan ya ji bo çêkirina dimsa ber rojê dest pêkir. Dimsê li ber rojê bi bi rojan didin rawestandin.

Serokê oda çandiniyê ya navça Arabanê Hasan Altun ragihand ku ji bo dimsê ber rojê bazarekî baş heye û tê firotin. Tiriyê ku jê dimsa ber rojê tê çêkirin taybete û tê de şekir zêdeye û aroma dimsê wê (tama wê) gelek xweş e. Bi navekî dinê jê re dibêjin ‘hingivê rojê’ an ‘hingivê ber tavê’.

Dimsa navborî hem çêkirina wê û hem bi hesabê wexta xwe gelek bi zahmete û jê re wext lazim e. Dema şîra tirî derdixin, kêm dikelînin û divê li ber rojê gelek zêde bimîne.