PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li çoltera gundê Şolbekir ê navçeya Nisêbîn a bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, termê zilamekî hatiye dîtin.
Hat zanîn ku şivanên gund dema çêrandina pezê xwe cenazeyê zilamekî dîtine û cenderme agahdar kirine.
Hat hînbûn ku termê kesê hatiye dîtin zilamekî bi navê Yilmaz Demîr ê 48 salî ye û bi guleyekê hatiye kuştin.
Cenazeyê Demîr bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hat veguhestin û piştre jî ji aliyê xizmên wî ve li gund hat veşartin, lê hîn nehatiye zanîn bi çi sedemê hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin