Li Qamislo agirbest hat ragihandin

Li Qamislo agirbest hat ragihandin

PeyamaKurd – Li Qamişlo, Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê û polîsê leşkerî yê Rûsya civiyan û agirbesteke demkî heta îro piştî nîvro ragihandin.

Li gor zanyariyan, bi navbeynkariya Rûsyayê, polîsê serbazî yên Rûsyayê, li şûna milîsên Berevaniya Niştîmanî li gel Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê civiya.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser diyar kir, heta derengiya şeva derbasbûyî, civîna polîsê serbazî yê Rûsî û Asayişê berdewam bû û di wê civînê de her du alî gihîştin agirbesteke demkî û agirbest dê heta îro piştî nîvro berdewam bike.

Çavkaniyeke nêzîkî hikûmeta Sûriyê jî daye zanîn, her du aliyan ji bo şer bê rawestandin li hev kirine.

Li taxa Tey a Qamişlo ji şeva Sêşemê ve, di navbera Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û Milîsên Berevaniya Niştîmanî de, şer û alozî berdewam bû û niha bi agirbesteke demkî şer rawestiyaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin