PeyamaKurd – Li Binxetê an ku li Rojavayê Kurdistanê li navça Qamîşlo li ser rêya Girkê Legê-Dêrikê erebeyekî bû hedefa balafira bê mirov û di encamê de kesekî can da û kesekî birîndar bû. Li gor hin çavkaniyan êrîş li gundê Gurgirka çêbûye û texmînen artêşa Tirkiyê (TSK) li erebê xistiye.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku di nav erebê de çekdarekî can daye û yek jî birîndar bûye.
Di sala 2023an de TSK heya niha 46 êrîşên hewayî kiriye ser herêma rêvebiriya xweser, 55 kes can dane û 51 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin