Li Qamislo dadgeha DAISê tê avakirin

Li Qamislo dadgeha DAISê tê avakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li bajarê Qamişlo lê Rojavayê Kurdistanê ji bo darizandina çekdarên DAIŞê yên girtî dadgehek tê avakirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, ji bo sizadan û dadgehkirina çekdarên DAIŞê yên girtî li Rojavayê Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewletî dest bi avakirina dadgehekê li taxa Rojhilat a bajarê Qamişlo kiriye.

SOHRê da xuyakirin ku Fransa yek ji wan welatên ku piştevaniya avakirina wê dadgehê dike ye, ku dibe ji 2 meh heta 3 mehan, avakirina dadgehê temam bibe.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ev demeke dirêje, bangewaziya çareseriya rewşê û dadgehkirina terorîstên DAIŞê yên li gel wan girtî ne dike ku bixwe bûne metirsiyeke mezin ji bo ewlekariya Rojavayê Kurdistanê.

Çekdarên girtiyên DAIŞê gelek caran li kamp û girtîgehên di wan de dimînin, serî hildidin û dikevin nav hewldanên revînê ku herî dawî çend roj berê li girtîgeheke Hesekê serî hildabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin