PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê kesekî din ji ber vîrusa Koronayê can da.
Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihand, herî dawî kesek li Herêma Şehbayê bi vîrusa Koronayê ketiye û kesek jî li bajarê Qamişloyê can daye.
Kesê ku li Qamişlo can daye, zilam e û temenê wî 60 sal e.
Herwiha ji do ve heta îro, 5 kes ji tûşbûyên Koronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne.
Bi van amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Coronayê ketine bo 205 kesan zêde bû û hejmara miriyan jî gihîşt 14 kesan.
Herwiha hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha ji vê vîrusê baş bûne, gihîşt 26 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin