PeyamaKurd - Piştî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de û li gorî biryarnameya Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera, proseya dayîna nasnameyan ji bo wan Kurdên ku bi salan ji mafê hemwelatîbûnê bêpar mabûn, dest pê kir.
Di vê çarçoveyê de, Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê deriyên xwe ji bo tomarkirina navên wan kesan vekir yên ku di serjimêriya sala 1962an de ji hemwelatîbûna Sûriyeyê hatibûn mehrûmkirin. Bi dehan şêniyên bajêr ji saetên sibehê ve berê xwe dan daîreyê û tê çaverêkirin ku ev xebata qeydkirinê mehekê berdewam bike, her wiha îhtîmala dirêjkirina vê demê jî heye.
Di navenda tomarkirinê de 10 karmendên ji Daîreya Qeyda Sivîl, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Erebî bi hev re kar dikin da ku daxwaznameyên welatiyan werbigirin. Ji bo serlêdanê, ji kesan tê xwestin ku belgeya rûniştinê, belgeya danasînê û îspatên kesayetî yên din pêşkêş bikin. Gerînendeyê daîreyê Ebdullah Ebdullah diyar kir ku komîteyeke taybet dê daxwaznameyan lêkolîn bike û piştî hevdîtinên rûbirû, agahiyên kesên kêmderfet dê bi awayekî fermî werin tesbîtkirin. Ev gava dîrokî wekî destpêka bidawîbûna kêşeya "bêkesên nasnameyê" ya ku bi dehan salan wekî birineke kûr di nava civaka Kurd de mabû, tê nirxandin.