Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19

Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 43 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 4 kes jî mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 4 kesên din ji Koronayê can dane û 43 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Hat eşkerekirin ku ji pêketiyên nû; 4 kes li Hesekê, 3 kes li Qamişlo, 26 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 1 kes li Amûdê, 2 kes li Kobaniyê, 10 li Tebqayê, 3 li Minbicê, 7 li Reqayê û 2 kes li Şehbayê ne.

Dr. Ciwan Mistefa herwiha got ku di nav 24 saetan de 8 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine gihîşt 7 hezar û 955 kesan, ya mirinan bû 271 kes û heta niha 1130 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin