Li Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd hatin girtin: Yek ji wan zarok e

Dîroka Weşanê :
Li Rojhilatê Kurdistanê 4 Kurd hatin girtin: Yek ji wan zarok e

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarê Şino yê Rojhilatên Kurdistanê yek ji wan zarok 3 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin girtin. Herwiha kesekî din jî li bajarê Pawê yê Rojhilatê Kurdistanê hate binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, Sirac Elyasî yê temen 16 salî yê xelkê gundê Asinawê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê îtilaata rêjîmê ve bi awayekî neyasayî, hate binçavkirin.

Şaho Îbrahîmî yê xelkê gundê Alkawê û Şefî`i Ehmedî yê xelkê gundê Balagîrê yên ji bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên îtilaata Îranê ve bi îşkence û tahdekirinê hatin binçavkirin.

Dîsa Omîd Baqirî yê xelkê bajarê Şabatê, wênegir û çalakvanê sivîl, ji aliyê îtilaata Îranê ve li bajarê Pawê yê Rojhilatê Kurdistanê hate girtin.

Hêjayî gotinê ye, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û 4 welatiyên Kurd de nehatine eşkerekirin û cihê hatine birin jî nediyar e.