Li Rûsyayê xwendekarekî Kurd di nav çem de xeniqî

Li Rûsyayê xwendekarekî Kurd di nav çem de xeniqî

PeyamaKurd – Xwendekarekî Kurd ku ji bo xwendinê berê xwe dabû Rûsyayê, di dema avjeniyê de xeniqî.

Wezareta Karûbarên Bûyerên Nişkevayî ya Rûsyayê diyar kir, êvara 4ê Tebaxa 2023an, peyamek gihiştiye beşa hawarçûnê ya wezaretê derbarê bûyerekê de li çemê Volkhov, li gor daxuyaniya Wezareta Rewşa Awarte ya Herêmê, termê xwendekar hatiye dîtin.

Li gor şahidên bûyerê, li dûrî 300 metre ji qeraxa bajêr, xwendekar di dema avjeniyê de xwe noqî avê kiriye û bi ser avê neketiye.

Herwiha hat destnîşankirin, piştre tîma rizgarkirina ji avê ya navçeyê û tîma lêgerînê û tîmeke hawarçûnê ya profesyonel şandine cihê bûyerê, di saet 17:20 xulekan de meytê ciwanê Kurd hatiye dîtin.

Hat zanîn, ciwanê di avê de xeniqî xwendekarekî Kurd e, navê wî Elî Îmanî ye û xelkê Rojhilatê Kurdistanê û 18 salî ye. Bi mebesta xwendinê berê xwe daye Rûsyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin