Li Şemrexa Mêrdînê cendekên du zarokên winda di golekê de hatin dîtin

Dîroka Weşanê :
Li Şemrexa Mêrdînê cendekên du zarokên winda di golekê de hatin dîtin

PeyamaKurd – Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, du zarokên bi navên Abdullah Erat (7 salî) û Davut Esen (9 salî) piştî ku winda bûn, di golekê de mirî hatin dîtin.

Zarokên ku li gundê Melebiyê (Meşelî) dijiyan, duh, ji saet 14:00an ve winda bûbûn.

Piştî agahdarkirina malbatan, tîmên cenderme, AFAD û agirkujiyê dest bi lêgerînê kirin. Di encama xebatan de cenazeyên her du zarokan ji gola avdanê ya nêzîkî gund hatin derxistin.

Cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.