PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Sûrê di 8ê Hezîranê de seet di 02.00an de êrîşa çekdarî biribûn ser bankakî. Li ser êrîşê hêzên asayîşê temamê sîstema kamerayan kontrol kirin û her weha ew ciyên ku kamerayên wan hebûn û banka diket ber dîdara wan jî kontrol kirin.
Di encamê de tesbît kirin ku kesên bi navên Ö.M. û M.K. di bûyerê de bûne û wan xistin bin çav. Piştî îfadên her du kesan li baregeha asayîşê sitendin, wan birin edliyê û dadgeriyê bi biryara gitinê wan şand zîndanê.