Li ser rêya Dîlokê di otomobîla wergeriya de 9 kes birîndar bûn

Li ser rêya Dîlokê di otomobîla wergeriya de 9 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya Dîlok (Gaziantep)- Nizîpê otomobîla şofêrê wê desthilatê wenda kir wergeriya û di qezayê de 8 heb zarok 9 kes birîndar bûn.

Di qezayê de zilamê birîndar bûye bavê zaroka ye. Dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê qezayê, birîndaran biambûlansan birin nexweşxanên bajarê Dîlokê. Hêzên asayîşê li ser qezayê lêpirsînê dike.