Li Sernexê ji ber encamên hilbijartinan alozî didomin

Li Sernexê ji ber encamên hilbijartinan alozî didomin

PeyamaKurd - Li bajarê Şernexê yê bakurê Kurdistanê di navbera hêzên ewlehiyê û dendêrên DEM Partiyê de alozî derket.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Li Şirnexê piştî ku saet 16:00ê dengdana ji bo hilbijartina şaredariyê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Li gorî amarên destpêkê yên AAyê li Şirnexê ji sedî 97,42 a dengan hatine hejmartin.

Namzedê AK Partiyê Mehemt Yarka ji sedî 47,93an a dengan bi dest xistiye.

Herwiha li gorî amarên AAyê Namzedê DEM Partiyê Turan Saltan di rêza duyemîn de ye û wî ji sedî 40,61 a dengan wergirtiye.

Serokê Şaxa Şirnexê yê DEM Partiyê Abdullah Gungen li gel hinek berpirs û dengdêrên DEM Partiyê hatin desteserkirin.

Dîmenên leşker û polîsên hat belavkirin

Piştî ku parlamenter û namzedên DEM Partiyê îro dîmenên leşker û polîsên ku ji bajarên din çûne Şernexê û deng dane belav kirin, alîgirên DEM Partiyê li pêşiya avahiya şaxê DEM Partiyê yê Şirnexê kom bûn û li hemberî encamê nerazîbûn nîşan dan.

Polîsan bi gazê êriş kir

Polîsan bi gaza îsotê hêrişî girseyê kirin û hewl dan girseyê belav bikin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û çend kesên din hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên ji berpirsên DEM Partiyê hatine wergiritin, di encama mudaxaleyan de herî kêm 4 kes birîndar bûne.

Jêderan ragihandin ku aloziya navbera hêzên ewlehiyê yên Tirkiye û Şernexiyan de hîn jî didomin û rêyên sereke yên çûna avahiya DEM Partiyê jî hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin