Li Sêrtê li jîngeha Ciwanika patpat wergeriya: 7 kes birîndar bûn

Li Sêrtê li jîngeha Ciwanika patpat wergeriya: 7 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li Ciwanika (Gökçebağ) ku jîngehekî bi Sêrtê ve ye, karkerên di çûn da fistiqan biçinin, li patpatekî siwar bûn ku patpat alavekî çandiniyê ye, patpata wan wergeriya. Di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê piştî li ciyê qezayê mudaxeleyê birîndaran kirin, wan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Sêrtê. Qeza ber destê siba qewimî. K.A.yê patpatê dajot desthilata alavê wenda kir û wergeriya.

Di qezayê de H.A., İ.A., N.A., F.A., S.A. û T.A. birîndar bûn. Rewşa birîndaran nehat ragihandin bê çawane.