PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê navçeya Silopî ya Bakurê Kurdistanê dema ku artêşa Tirkiyê operasyonek li dijî PKKîyan dida meşandin di navbera herdu aliyan de pevçûn derket û leşkerek hat kuştin 3 jî birîndar bûn.
Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî hejmarek endamên PKKê operasyoneke bi navê "Şehit Güvenlik Korucusu Süleyman Tosun – Cerdevanê Şehîd Suleyman Tosun" hatiye destpêkirin û di encama şerê dema operasyonê rû daye de, leşkerekî wan hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku pevçûn li nav sînorê navçeya Silopiyê li dorûbera gundê Kosreliyê rû daye û opersyona artêşa Tirkiyê hîn li deverê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin