Li Sirnexê otomobîla cerdevanekî hat teqandin

Li Sirnexê otomobîla cerdevanekî hat teqandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27ê Nîsanê berêvarê li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, dema otomobîla cerdevanekî bi navê Selahattîn Yildirim derbas dibû bi bombeyeke çandî hatiye teqandin.

Li gorî zanyariyan bûyer li qezeya Kumçatî nêzîkî gundê Gormeçê rû daye û bombeya berê li ser rê hatiye çandin bi otomobîla Selahattîn Yildirim (33 salî) de hatiye teqandin.

Cerdevanê ajovanê otomobîlê di teqînê de bi giranî birîndar bûye û ew bi helîkopterê rakirine nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê.

Li gorî medya Tirk bombeya çandî ji aliyê PKKîyan ve ji dûr ve hatiye teqandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin