PeyamaKurd - Li bajarê Stenbol yê Tirkiyê, jineke kurd ya ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Li gorî ragihandina Malpera Dezgeha Mafên Mirovan Hengawê bûyer roja înê (27 Îlonê) rû daye û jineke kurd ya ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Mihbet Mehmûdî ji aliyê hevjînê xwe Ebdulrehman Ezemîrad hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, wî zilamî li ser “parastina şeref û namûsê” jina xwe daye ber kêran û kuştiye, paşê jî çûye teslîmî polîsan bûye.
Li ser wê malbatê jî tê gotin, çar kes bûne (jin û zilam û du zarokên wan) û ji gundê Goktepe yê bajarê Mehabadê bûne, par ji Îranê derketine û çûne Tirkiyê. Ji bo ku derbasî Ewropa bibin û mafê penaberiyê bistînin, bi qaçaxî demekê ji Tirkiyê çûne Ukrayna. Li Ukrayna jî diravê wan hatibû dizîn û ji aliyê polîsê Ukrayna ve hatibûn girtin û bi zorê bo Tirkiyê hatibûn vegerandin.