PeyamaKurd - Li Swêdê îro Yekşemê proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina parlamento, herêman û şaredariyan dest pê kir.
Li seranserî welat 6 hezar û 312 bingehên dengdanê ji bo nêzîkî 8 milyon û 600 hezar dengderan hatine vekirin.
Piştî ku di 26ê Tebaxê de dengdana pêşwext dest pê kiribû û nêzîkî 3,5 milyon welatiyan dengê xwe dabûn, îro dengdana giştî bi awayekî fermî dest pê kir û tê payîn ku encamên destpêkê derdora saet 23:30 bi dema Kurdistanê bên ragihandin.
Di vê gera hilbijartinê de aliyekî herî girîng tevlîbûna berçav a Kurdan e. Nêzîkî 150 namzedên Kurd li ser lîsteyên partiyên cuda cih girtine.
Piraniya van namzedan di nava Partiya Sosyal Demokrat de ne û di nav de Lawîn Rêdar (hejmar 2) û Qadir Kesêlge (hejmar 5) di rêzbendiya sereke de cih digirin ku serkeftina wan a di parlamentoyê de misoger tê dîtin.