PeyamaKurd- Li navçeya Tetwanê ya bi ser bajarê Bedlîsê, di navbera 3 malbatan de şer û pevçûn derket. Sedema şer nehat ragihandin lê li ser mijarê hat gotin ku kesekî gumanbar hatiye binçavkirin.
Di şer de 4 kes birîndar bûn lê 3 kesên ku di ciyê bûyerê de derbas dibûn ketin ber êrîşan û di encamê de her 3 kesên ku ji mijarê bêrîbûn jî birîndar bûn.
Tîmên acîlê yên 112an hatin sewqkirin bo ciyê bûyerê û birîndaran birin bo nexweşxaneyên Tetwan û Bedlîsê. Birîndarekî ji wan hat sewqkirin bo nexweşxaneya bajarê Mûşê. Bo şer û pevçûn zêde nebe, polîs li dora nexweşxaneyan tedbîrên tund girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin