Li Wanê 2 xwendekar winda bûne

Li Wanê 2 xwendekar winda bûne

PeyamaKurd – Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş û ya dibistana amadehiyê Sumeyye Azîz çend roj in ku li Wanê winda bûne û ji wan tu agahî nayê wergirtin.

Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş (21) û ya dibistana amadehiyê Sumeyye Azîz (15) çend roj in ku li Wanê winda bûne.

Rojîn Kabaîşa ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê di beşa geşedana zarokan de dixwîne, ji 27ê îlonê ve winda bûye.

Tê gotin ku berpirsê wargeha Seyyîd Fehmî Arvasî ya keçan, piştî windabûnê wê xwendekarê agahiya malbata wê jê çêkiriye.

Cuzdan, telefon û ava ku wê xwendkarê vedixwar, li keviya Gola Wanê hatiye dîtin. Ji ber vê yekê di Gola Wanê de lêgerîn hatiye destpêkirin.

Ji aliyê din ve 11 roj in ku tu agahî ji Sumeyye Azîza xwendekara dibistana amadehiyê jî nayê wergirtin.

Sumeyye Azîza ku xwendekara dibistana amadehiyê ye û şêniya taxa Bahçivan a navçeya Riya Armûşê ya Wanê ye, 11 roj in winda bûye û ji wê jî tu agahî nayê wergirtin. Herî dawî roja 19ê Îlonê, ji bo ku biçe dibistana xwe ji malê derketiye û ji hingê ve tu agahî jê nehatiye wergirtin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin