Li Wanê dîsa erdhej çêbû

Li Wanê dîsa erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li navenda navçeya Muradiyê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, erd bi hêza 4 pileyî hejiya.

Li gor Rêveberiya Daîreya Erdhejê ya Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) diyar kiriye, îro li navçeya Bêgirê (Muradiyê) ya Wanê di saet 10:50an de bi hêza 4 pileyên Rîxterê erdhejek çêbûye.

Herwiha AFADê diyar kiriye ku erdhej 10.47 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin