PeyamaKurd – Li navçeya Mûradiye ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, minîbusa koçberan wergeriya û agir pê ket.
Hat ragihandin ku di qezaya wekî karesatê de, 6 kes ji wan bi şewitînê bi tevahî 12 kesan can da û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan qeza li taxa Yumakli çêbûye û ajovanê minîbûsa ku koçber tê de bûn, kontrola direksiyon ji dest daye û minîbûsa ji kendalekî ve wergeriyaye.
Tîmên hawarçûnê 20 koçber bi birîndarî rizgar kirine û hat diyarkirin ku 6 kes şewitîne û can dane, 6 kesên din jî bi wergerîna minîbûsê re jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin