Li Xaneqînê di rûdaweke trafîqê de kesekî can da 3 kes jî birîndar bûn

Li Xaneqînê di rûdaweke trafîqê de kesekî can da 3 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Xaneqîn a Kerkûkê, şeva borî otomobîlekê xwe li sitûnekî kahrebayê da û di encama bûyerê de, kesekî can da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor Serbazê Binkeya Polîsê Xaneqînê Telet Refet îro diyar kiriye, şeva borî li ser cadeya Xaneqîn û Munizirye, otomobîlêkê xwe li sitûnekî kahrebeyê daye.

Telet Refet herwiha da zanîn, ji ber rûdawê kesekî bi navê (Z.M) can da û 3 kes jî birîndar bûne.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin