PeyamaKurd – Li Xaneqînê çebd erdhejên li pê hev çêbûn. Heta niha derbarê ziyanan de, zanyariyek nehatiye bidestxistin.
Navenda Tomarkirina Erdhejan a Zanîngeha Tehran-Îranê diyar kir, şeva borî ji saet 00.05 ta 01.51an, çend erhejan bi hêzên ciyawaz Xaneqîn hejand.
Zanyarî didin zanîn, erdheja yekem di saet 00.05an de bi hêza 2.6 bûye û saet 00.36an jî bi hêza 3.7 pileya rîxterê rû da.
Erdheja sêyem, 16 xulek pişt re, saet 00.52 xulek û bi hêza 3.9 pileya rîxterê bûye û çarem jî ku ji her sê erdhejên din bihêztir bû, saet 01.51 bi hêza 4.1 pileya rîxterê bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin